Proto-Kurd B.Z. di 10.000 salan de, li mezopotamya jorîn,li çiyayên zagros-torosan û li navbera çemê Dîcle û Ferat jiyîne. Li gor dîroknasê Kurd Şerefxan Bedlîsî,axa Kurdan li bakûr; ji Xinis û Bazîdê despêdike, li rojava Çemişgezek,Mereş,Meletî digire nava xwe û heta bi Antakya dirêj dibe. Li başûrê rojava Kîlîs,Riha,Mêrdîn û Cizîrê jî digire nava xwe û ji vir di ser Mûsulê re dirêjî başûr dibe. Silêmanî,Sînê(senendaj),Kîrmenşan û Lûristanê digire nava xwe û digihîje bakûr.
Axa Kurdan a îro ku bûye çar parçe, li Başûr ji bajarê Îlam heta li bakûr bajarê Erdexanê, li Rojhilat ji gola Ûrmîyeyê heta li rojava sînorê sêwazê cîh digire.Li Başûr bajarê Kerkûk, Mûsil,Hisiça û Kîlîsê,li rojhilat bajarên Hemedan,Sînê(senendaj),Seqîz,Mehabad,Xoy,Îdir(ığdır) û Qersê, li bakûr,bajarên Erzîrom, Erzîngan Qoçgîrê, li rojava jî bajarên Meletî(malatya), Gurgûm (Maraş), û Dîlok(Antep) digire nava xwe.

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder